Feyzîoglu: Dê 50 hezar tiryakfiroş bên tahlîyekirin

Serokê YekîtîyaBaroyên Tirkîyê Metîn Feyzîogludestnîşan kir ger pêşnûmaya kêmkirina cezayê bê qebûlkirin dê 50 hezar tiryakfiroş tbên tahlîyekirin.

Metîn Feyzîogluyê Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê derbarê pêşnûmaya kêmkirina cezayê ya  ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hat teqdîmkirin de nirxandinan kir û destnîşan bi pêşnûmayê tê xwestin ceza 5 sal bên kêmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di nav wan sûcên ku dikevin bergeha pêşnûmayê de sûcên tiryakfiroşî, endamtî û damezrantîya rêxistinên çekdar ên mafyayî jî hene. Li vê derê divê vê yekê bi taybet diyar bikim. Ew kesên tiryakfiroş ên ku li ber devê mekteban tiryakê difiroşin zarokên me nêzî 5 salan ceza distînin. Ger pêşnûmaya kêmkirina cezayê bê qebûlkirin dê 50 hezar tiryakfiroş tahlîye bibin. Dahata vê tiryaka ku tê firotin bi şiklekê dikeve destê PKKê ku ew ji çeteyên herî mezin tiryakfiroşîyê yê cîhanê ye. Dahata wê ya salane ya ji tiryakê 1,5 milyar dolar. Ez daxwaz dikim ku meclîsa me vê yekê li ber çavan bigire.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû