Filistîn temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin da sekinandin

Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas destnîşan kir ew temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin dane sekinandin.

Ji teref Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Abbas destnîşan kir ew temamê peymanên ku bi îşxalkerên siyonîst re hatibûn kirin dane sekinandin û ji bo ev qerar bê tetbîqkirin ew ê pergalek bê damezrandin.

Abbas di berdewama daxuyanîya xwe da bang li raya giştî kir da ku malxerakirinên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin bidin sekinandin.

Konseya Navendî ya Filistînê ya ku girêdayê Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ye heta ku dewleta Filistînê bê naskirin qerara “naskirina îsraîlê” dabû sekinandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn