Filistînîyê ku ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin şehîd bû

Vîsam Yusuf Hîcazîyê ku di xwepêşanên li ser sînora Xazzê bi berika siyonîstan birîndar bûbû şehîd bû.

Xortê Filistînî yê bi navê Vîsam Yusuf Hîcazîyê ku di xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de bi berikên siyonîstên terorîst de birîndar bûbû doh êvarî şehîd bû.

Vîsam Yusuf Hîcazîyê 29 salî, di 14ê Gûlanê de beşdarî xwepêşanên ku li rojhilata Abesa ya Nû hatin tertîpkirin bû di êrîşa siyonîst îşxalker û terorîst de giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. Hîcazî doh êvarî şehîd bû.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin malbata Hîcazî bo tedawîyê xwest ku wî bîne Tirkîyê, lê belê ji ber ku Rêyên Asimanî yên Misirê astengî ji wan re derxistine, ew mecbûr mane ku vegerên Xazzê ku dema gihaştine Derîyê Sînor a Refahê Hîcazî şehîd bûye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû