Fransayê dijminê Îslamê 7 mizgeftan girt

Fransayê ku dijminê Îslamê ye û bi êrîşên ku li Misliman û camîyan dike tê rojevê di nava salekê de bi hinceta “teror”ê7 mizgeftan girt.

Ji teref Fransayê ku dijminê Îslamê ye, dijmintîya xwe qet venaşêre û bi êrîşên ku li Misliman û camîyan dike tê rojevê di nava salekê de bi hinceta “teror”ê  7 mizgeftan girt.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew camîyên ku hatine girtin li gorî qanûna “teror, nefret û banga cudakarîyê” ya ku di bergeha OHALê de hatiye derxistin hatine girtin.

 Li Fransayê herî dawî di serê meha Sibatê de li Grenobleyê mizgeftek bi hinceta ku banga “cîhad”ê dike ji bo 6 mehan hatibû girtin.

Li Fransayê ji sala 2015an vir ve nêzî 30 mizgeftî bi van hincetan ji teref dijminê Îslamê Fransayê ve hatin girtin.

Fransaya ku xwedî dîrokeke zilm, wehşet û hovîtîyê ye di serî de li Cezayîrê û her wisa li gelek cihan li hember Mislimanan qetlîamên gelek mezin kiribû, her wisa dîsa li Fransayê karîkatureke qustax a ku derbarê Hz. Muhammed de hatibû amadekirin hatibû weşandin. Dîsa Serokkomarê berê yê Fransayê  Nîcolas  Sarkozy û 3 serokwezîrên berê yên Fransayê daxwaz kiribûn ku hinek ayet ji Qur’anê bên derxistin û ji vê yekê re “şiddet, dijberîya cihûyan” hincet nîşan didan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê