Gelo Muhammed Bîltacî wefat kir

Mîthad Haddadê Endamê Meclîsa Şûraya Îxwanul Muslîmun derbarê îddîayên wefatkirina Muhammed Bîltacî de destnîşan kir, Bîltacî sax e, wefat nekiriye.

Di wan rojên borî de di hinek çapemenîyên hundirê welêt û derveyî welêt de hatibû îddîakirin Muhammed Bîltacîyê ku xwîn çûye li ser mêjîya wî wefat kiriye. Mîthad Haddadê Endamê Meclîsa Şûraya Îxwanul Muslîmun derbarê îddîayên wefatkirina Muhammed Bîltacî de daxuyanî da ÎLKHAyê û destnîşan kir, Bîltacî sax e, wefat nekiriye.

Haddad di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa Bîltacî pir baş e, berî vê du rojan derketiye mehkemê.

Muhammed Bîltacîyê rayedarê Îxwanê û bavê şehîd Esma berî vê çendakî xwîn çûbû li ser mêjîyê wî ku ji ber vê yekê hatibû îddîakirin ku Bîltacî wefat kiriye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn