Li gor xeberan hat diyar kirin ku gemiyên herbê yên siyonîst Îsraîl, derbasî behra Egeyê bûne. Medyaya Yewnenîstan da zanîn ku di çarçova peymana hevkariya eskerî ya di navbera Yewnan û Îsraîlê de, wê keştiyên Îsraîl, di behra Egeyê de, li herêma bakurê giravayê Mîlosê, di 18ê Tîrmehê de, tetbîqata gule berdanê bike.
Wê gemiyên Îsraîl tenê tevlî tetbîqatê bibin. Wê gullên heqîqî bên berdan. Wê tetbîqat, ji teref radarên li çiyayê Parnîthasê ve, bê îdare kirin. Gemî û teyarên herêmê, der barê tetbîqatê de, bi wasîteya NAVTEKSê hatine îqaz kirin. Di heqê hejmara gemiyan û cinsê wan de tu xeber nehat dayîn.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)