Ger teşkîlata edlîyê nexebite dê temamê civakê xera bibe

Şewirmendê Serokê Giştî yê AK PartîYasîn Aktayê ku li Bidlîsê beşdarî konferansekê bû destnîşan kir “Ger teşkîlata edlîyê nexebite dê temamê civakê xera bibe.”

Ji teref Zanîngeha  Bitlîs Erenê ve li Salona Konferansê ya Navendî  konferanseke bi navê “Siyaseta Bajêr û Beden” hat tertîpkirin. Şewirmendê Serokê Giştî yê AK Partî  Yasîn Aktay beşdarî bê konferansa ku hat tertîpkirin bû û derbarê teşkîlata edlîyê de nirxandinan kir.

“Ger teşkîlata edlîyê nexebite dê temamê civakê xera bibe”

Aktay di axavtina xwe ya ku kur destnîşan kir  ger dewleteke di navbera hêmanên cûda de hêmanekê ji bîr bike û bûbe sedem ku problem derkeve ew ê ew problem zirarê bide temamê bedenê û dû re wiha li axavtin xwe zêde kir: “ Ger di nav civakê de bêedaletî zêde bûbe û mudaxeleyî li wê derê nehatibe kirin û li wê meselê xwedî nehatibe derketin, ew problem dê zirarê bide temamê meseleyan. Ger li welatekî teşkîlata edlîyê digel ferd, hakim, dozger û bi temamê endamên xwe nexebite  ew ê wê demê temamê civakê xera bibe û dê ji vê zirarê bibîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e