Girtina Mustezef-Der, Li Gelek Deveran Hat Şermezar Kirin

Girtina komela Mustezef-Der û ceza birîna li diya Şuheda Çevîk, li gelek bajar û navçeyan, bi beyenata medyayî ve, hatin şermezar kirin.

Girtina komela Mustezef-Der û ceza birîna li diya Şuheda Çevîk, li gelek bajar û navçeyan, bi beyenata medyayî ve, hatin şermezar kirin.

Gullu Çevîka diya Şuheda Çevîk, ji bo sernixumandina qîza xwe, du sal û deh meh ceza girtibû. Ceza birîna li diya Gullu Çevîk û girtina komela Mustezef-Der, li İntabê, Edenê, Batmanê, Mêrdînê, Rihayê, Diyarbekir, Mûş, Bîngola Çabakçûr, Wanê, Stenbol, Bûrsa, Mêrsînê, Elezîz, Şirnex û li navçeyên wan, bi panqart û tekbîra, bi xwendina beyanata medyayî hat şermezar kirin. Van ptotestoyan, piştî limêja cum’ê, li ba gelek camiyan û li meydana hatin li dar xistin. Li Diyarbekir li ba heft camiyan, li Batmanê li ba çar camiyan beyanata medyayî hat xwendin. Îro jî, li Batmanê û hinek deverên din, protesto û xwendina beyanata medyayî ligel xelq, hat li dar xistin.

Sibê jî, ji bo protestoya qirara girtina Mustezef-Der û ceza birîna li Gullu Çevîk, li Diyarbekir li meydana mewlûdê, wê mîtîngek bê li dar xistin. Hat diyar kirin ku hemî amadehiyên mîtîngê bi lez tê kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin