Goştên qurbanên li Ugandayê hatin belavkirin

Goştên qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn bexşkirin li Ugandaya welatê Afrîkayê ji bo feqîr, jar û êtîman hatin belavkirin. Kesên ku ji wan re alîkarî hat kirin kêfxweş bûn.

Yetîm-Dera Ewrûpa û IHO-EBRARê ku sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî ne û bi alîkarîyên ku dikin dengê xwe didin sehandin xebatên xwe bênavber didomînin. Her du sazîyên alîkarîyê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de berî niha li Soratîya bajêra Ugandaya welatê Afrîkayê qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re hatibû bexşkirin serjê kiribûn. Goştê qurbanên ku hatibûn serjêkirin niha bo feqîr, jar û êtîman tên belavkirin.

Sabahattîn Ugarê Temsîlkarê Tirkîyê yê IHO-EBRARê derbarê xebatên ku li Ugandayê tên kirin de wiha axivî: “Xelkê Ugandayê di nav dewlemendîyê de tunebûnê dijî. Xelkê vê derê pir mexdûr e. Em dibînin ku exlebeyê xelkê bêşekal jiyana xwe didomînin. Hinek zarok tazî û hinek jî bi cilên qetayî li derdorê digerin. Em bi van alîkarîyên ku li vê derê dikin hewl didin parîkek be jî birînên wan bipêçin. Berîya îdê me alîkarîya pereyan û hinek sazî jî alîkarîya cil û bergan li vê derê kir. Her wisa me goştê wan qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn bexşkirin li kesên êtîm, jar û feqîr belav kir. Em bûn şirîkê kêfxweşî û şahîya wan kesên muxtac û mexdûr.”

Ugar di dawîya axavtina xwe de bang li kesên xêrxwaz kir û daxwaz kir ku piştî îdê jî alîkarîyên xwe yên bo kesên mexdûr û muxtac bidomînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû