Wekî tê zanîn, li herêma Kurdistanê, kovara Çirpe, di jimara xwe ya dawî de, heqaretî Xweda û Resûlê wî kiribû. Ji ber vê yekê jî, bi piranî li Hewlêrê, li Silêmanî û li hinek bajarê din, millet û ‘alim û xwendekar û zanyar tepkiyê dijwar nîşan dabûn. Li Hewlêrê, millet bi meş û slogan û tekbîra, kovar protesto kiribû. Li ber meclîsê, millet civiya bû. Hinek dever jî, hatibûn şewitandin. Li ser protestoyê, di navbera polîsan û millet de, pevçûn qewimî bû. Millet tewra polîsan pir şermezar kiribû. Gelek kes hatibûn desteser kirin. Di nav wan de, alim û zanyar jî hebûn.
Li gor xeberan hat diyar kirin ku 150 ‘alim, di protesto da şewitandina dikan û deveran şermezar kirin û daxwaza berdana ‘alim û zanyara kirin. Bloka Komela Îslamiya Kurdistan ya di meclîsê de jî, daxwaza berdana kesên desteser bûne nexasim alimên Îslamî kirin. Tewra aliman ya ku gazî bi bal sikûnetê ve kirine jî, teqdîr kir.
Li aliyê din waliyê Hewlêrê, diyar kir ku kesên nerihetî û alozî derxistine, wê bên mehkeme kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)