Hakimê bi navê Kadrî T. derbarê Emîna Şahîna ku di merasîmên 10ê Mijdarê de ji teref polêsan ve hat binçavkirin de qerara girtinê da. Berî niha di çapemenîyê de derketibû holê ev hakim bi parêzvanên xwe re qûnektî kiriye.
Kadîr T.yê tê îddîakirin bi parêzvanên xwe re qûnektî kiriye derbarê wî de ji teref Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ve şikayet hat kirin û ji ber vê yekê Lijneya Dozger û Hakiman ve derbarê Kadrî T. de lêpirsîn hat vekirin. Di pêşraporta ku hat amadekirin de hat daxwazkirin ku Kadrî T. ji wezîfê bê girtin; lê belê Kadrî T.yê ku tê îddîakirin qûnektî kiriye bi qerareke ecêb hat şandin Edîrnê.
İLKHA