Hamas: Agirbest hat ragihandin

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin de hat diyarkirin bi navbeykarîya Misirê li Xazzê agirbest hat îlankirin.

Ji teref Hamasê ve hat diyarkirin bi navbeykarîya Misirê li Xazzê agirbest hat îlankirin.

Fewzî Berhûmê Berdevkê Hamasê derbarê mijarê de destnîşan kir “Bi navbeynkarîya Misirê agirbest hat îlankirin û agirbest ket rewacê.”

Serokê Buroya  Hikûmeta Filistînê yê li Xazzê Selame Marûf jî derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê temamê sazîyên dewletê xebatên xwe wek her car bimeşînin.

Berî vê du rojan di wextên şeveqê de ji Xeta Xazzê roket hatibû avêtin û roket îsabetî avahîyeke li Tel Avîvê kiribûn ku di encama vê bûyerê de 7 siyonîst birîndar bûbûn. Çeteya terorê ji vê bûyerê Hamasê bertewan kiribû; lê Hamasê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribûn tu eleqeya wan bi meselê re tune ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e