Ji teref Hamasê ku Hareketa Berxwedana Îslamî ye ve derbarê êrîşên ku di van demên dawî de ji teref niştecihên cihû ve li Mescîda Eqsayê tên kirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin zêdebûna êrîşên li ser Mescîda Eqsayê bi planên Amerîka re li hev dikin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destdnîşankirin di serê wan hedefên ku hatine plankirin de Quds heye û ehemîyet û girîngîya Qudsê ya Filistînî û Mislimanan li ber çavan nayê girtin.
Hareketa Hamasê hişyarî li rejîma îşxalker û siyonîst kir da ku dev ji helwesta xwe ya provakatîf biqerê û ger ji ber êrîşên ku dê li Mescîda Eqsayê bê kirin rageşî zêde bibin ew ê rejîma siyonîst û îşxalker jê mesûldar be.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li dijî wan êrîş û serdegirtinên ku li Mescîda Eqsayê tên kirin ew ê Filistînî li her derî bersivê bidin wan û wek Hamas xêza me ya sor Mescîda Eqsa ye.
Di dawîya daxuyanîyê de bang li Filistînîyan hat kirin da ku nobedarîya Mescîda Eqsayê bikin û banga xwedîderketina qiblea ewil a Mislimanan li welatên Îslamî hat kirin.
ÎLKHA