Hamas: Em her tim bo HUDA PARê serkeftinêteleb dikin

Samî Ebû Zuhrîyê ku Berdevkê Hamasê yê ku di Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HUDA PARê de axavtinek kir diyar kir, ew her tim bi HUDA PARê serkeftinê teleb dikin.

Doh li Ulusa Enqerê Kongreya Mezin a Asayî ya 3yemîn a HUDA PARê hat tertîpkirin. Samî Ebû Zuhrîyê ku Berdevkê Hamasê jî beşdarî kongreyê bû û axavtinek kir. Di dema axavtina Zyhrî de  kesên beşdarvan bênavber dirûşmeyên mîna “Silav ji Filistînê re, ji berxwedanê re dewam”, “bila qehir bibe îsraîl” hatin avêtin.

Zuhrî di destpêka axavtina xwe de diyar kir ji ber ku ew beşdarî kongreyê bûye kêfxweş e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bo we serkeftinê dixwazim. Em bo serkeftina HUDA PARê serkeftinên domdar teleb dikin. Amerîka û îsraîl, Quds û Filistînê têxistin bin zextên xwe. Wek Filistînîyan me sînga xwe daye li ber zextan. Em her tim şehîdan didin. Encax Quds ne tenê paytexta ya Filistînîyan e, bi heman awayî ya temamê Mislimanan e. Em dixwazin him HUDA PAR û him jî temamê partîyên Îslamî destekê bidin vê micadelê. Înşallah ew ê ev kongre bibe wesîleya xêran. Lewra dînê Îslamê zindî ye û dijî. Em ji Xezzê hatin vê derê û bûn mêvanê we.”

Zuhrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo ku îşxala li Filistînê bi dawî bibe ew ê micadeleya xwe bidomînin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarok, pîrek, û extiyar û pîr her în bo zextan bişkînin derdikevin kolanan. Em li vê derê bedelên mezin didin. Em ê wek Hamasê vê micadeleya xwe bidomînin. Em bo Filistîn azad bibe micadele dikin. îsraîl Filistîn îşxal kiriye, encax ew ê ev yek heta heta berdewam neke.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû