Hamas: Ger cudakarî berdewam bike dibe ku xwepêşan tundtir bibin

Hareketa Berxwedana Îslamî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir “Ger cudakarî berdewam bike dibe ku xwepêşan tundtir bibin.”

Ji teref Hamasa ku Hareketa Berxwedana Îslamî ye daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, penaberên Filistînî yên ku li Libnanê dijîn ev bû 2 heftî ku li ber Wezareta Xebatê ya Libnanê bi şiklekî bi rûmet xwepêşan li dar dixin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de ji sepanên Wezareta Xebatê ya Libnanê re bertek hat nîşandan û  hat diyarkirin; heta ku Wezareta Xebatê ya Libnanê di vî warî de bi paş ve gav navêje û penaberên Filistînî li derveyî qerara ku hatiye dayîn neyên girtin ew ê li kampên penaberan xwepêşan berdewam bikin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin divê qerara ku hatiye dayîn bê betalkirin û ger neheqî û cudakarî berdewam bikin dibe ku xwepêşan tundtir bibin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê