Hamas: Ger êrîş berdewam bikin em ê bi şikleke berfirehtir bersivê bidin êrîşan

Fewzî Berhûmê Berdevkê Hamasê destnîşan kir ger çeteya terorê êrîşên xwe bidomîne dê bersiveke berfirehtir ji wan re bê dayîn.

Li gorî agahîyan di êrîşên ku ji roja înê vir ve ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve li Xazzê tên kirin de her ku diçe hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe. Li gorî agahîyên dawî di encama êrîşên ku 3 rojan berdewam kirin de 26 Filistînî şehîd bûn û 150 Filistînî jî birîndar bûn.

Derbarê van êrîş û qetlîamên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hatin kirin de ji teref Fewzî Berhûmê Berdevkê Hamasê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Berhûm di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ew ê destûr nedin ku siyonîstên terorîst xwîna Filistînîyan birjînin  û ger siyonîstên terorîst êrîşên xwe bidomînin ew ê bersiveke berfirehtir ji wan re bidin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin