Hamas: ‘Pêşnûmaya Dewleta Neteweyî ya Yahûdîyan’ nîjadperestîya rejîma îşxalker meşrû dike

Hamasê kuhareketa dîrenîşa Îslamî ya Filistînê ye destnîşan kir Knesseta parlementoya rejîma îşxalker “Pêşnûmaya Dewleta Neteweyî ya Yahûdîyan” qebûl kir ku ev yek nîjadperestîya rejîma îşxalker meşrû dike.

Doh “Pêşnûmeya Yasaya Dewlete Neteweyî ya Yahûdî” ji teref meclîsa qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîstan ve bi 62 dengan hat qebûlkirin û ji meclîsa qaşo derbas bû.

 Piştî dengdayînê parlementerên Filistînî nusxeyeke pêşnûmayê qetandin û pêşnûmeya ku hat qebûlkirin protesto kirin. Parlementerên Filistînî bi zorê hatin derxistin derve. Siyonîst jî bi girtina sûreta pêşnûmeya ku derbas bûye pîroz kirin.

Ji teref Hareketa Berxwedana Îslamî ve derbarê pêşnûmeya ku ji teref meclîsa qaşo ya terorîstên siyonîst ve hat qebûlkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Berdevkê Hamasê Fevzî Berhûm ve hat destnîşankirin “Pêşnûmaya Dewleta Neteweyî ya Yahûdîyan nîjadperestîya rejîma îşxalker meşrû dike. Lê belê ev qerar û yasa û yên ku dê bên dayîn dê rastîya ku heye neguherîne û ew ê xelkê Filistînê wek xwesîyên rastî yên axên Filistînê bimîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû