Hamas: Xwesteka hevdîtinê ya Abbas a bi Netanyahu re ji xelkê me re heqaret e

Fevzî Burhumê ji berdevkên Hamasê destnîşan kir xwesteka hevdîtina Abbas a bêşert û merc a bi siyonîstên terorîst re ji xelkê Filistînê re heqaret e.

Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.

Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref ji berdevkên Hamasê Fevzî Burhum ve daxuyanîyek hat dayîn. Burhum di daxuyanîya ku belav kir de ji Abbas re bertek nîşan da û destnîşan kir; ev xwesteka hevdîtinê ya Abbas a bêşert û merc a bi siyonîstên terorîst re ji xelkê Filistînê re heqaret e.

Burhum di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir birêveberîya El Fetîhê hêj bêberamber tawîzan dide siyonîstên terorîst  ku ev tavîzên ku heta îro hatine dayîn Filistînê xistiye rewşa îro ya xerab.

Doh Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.

Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ve daxuyanîyek hatibû dayîn. Zuhrî di daxuyanîya ku belav kiribû de ji Abbas re bertek nîşan dabû û destnîşan kiribû; ev daxuyanî gelek tiştan tîne bîra mirovan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin