Hat îddîakirin li Edenê kesa bi navê Selma C. ya ku dînoyî bû 3 qirika 3 zarokên xwe jê kir û ew kuştin.
Bûyer li Taxa Geçîtlîya navçeya Yuregira Edenê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Cabbar C.yê ku mêrê jinikê yê berê yê Selma C.yê bû hat malê û li derî da; lê belê tu kesî derî lê venekir. Cabbarê ku hesa tu dengî ji hundir nedikir bi alîkarîya hevalekî xwe derî şikand û têkete hundir.
Cabbarê ku ket hundirê malê dît ku zarokên wî yên bi navê Mehmet Emînê 10 salî, Semanûra 8 salî û Mahmutê 4 salî hatine kuştin û xanima wî ya berê jî kêrê daye zendê xwe û bêhişt ketiye.
Cabbarî ji ber bûyera ku dîti hişê xwe winda kir, heval û cîranên derdorê hewl dan Cebbarî haş bikin.
Piştî ku xeber hat dayîn re polês û yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê. Selma C.ya ku zendê wê jê kirîbûn hat rakirin nexweşxanê.
Tê îddîakirin dayika bi navê Selma C. ya ku dînoyî bû pêşî qirika her 3 zarokên xwe jê kirin û dû re kêrê da zendên xwe da ku întîhar bike.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
ÎLKHA