HDPyî li Sêrtê hewl dan hîle bikin

Li Sêrtê wezîfedarên sindoqan ên HDPê ji bilî sindoqa ku lê wezîfedar bûn hewl dan li ser sindoqeke din deng bidin ku hatin girtin.

HDPyîyekî ku li Sêrtê di lijneya sindoqê de  serokatî dikir li gor îddîayan piştî ku li ser sindoqa ku lê wezîfedar bû li ser sindoqeke din jî deng da. Di dema dengdayînê de kesê HDPyî hat girtin.

Li gor agahîyên hatine wergirtin HDPyîyekî ku li Sêrtê li Mekteba Navîn a Sancaklarê di lijneya sindoqa bi reqema 1028an de  serokatî dikir li gor îddîayan piştî ku li ser sindoqa ku lê wezîfedar bû li ser sindoqeke din jî deng da. Di dema dengdayînê de kesê HDPyî hat girtin û lê mudaxele hat kirin.

Piştî ku kesê HDPyî hat girtin re serokê sindoqa din jê re got ku divê tu kaxiza xwe ya wezîfedarîyê nîşan bide, lê belê kesê HDPyî got ku wî kaxiza winda kiriye. Ji ber vê yekê serokê sindoqê zarfa ku ji teref HDPyî ve hatibû mohrkirin îmha kir.

Hat îddîakirin serokê sindoqê derbarê bûyera ku rû daye de zabitname negirtiye.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir