Hecî Mihemed Yetîşê xîzmetkarê Qur’anê çû rehma Xwedê

Hecî Mihemed Yetîşê ku li Kahtayê bi navê Mihemedê Êş Neçarê tê zanîn û gelek kes li ber destên wî hînî Qur’ana Kerîm bûne, çû rehma Xwedê.

Hat ragihandin Hecî Mihemed Yetîşê 81 salî yê ku li Kahtayê bi navê Mihemedê Êş Neçarê tê zanîn û gelek kes li ber destên wî hînî Qur’ana Kerîm bûne, çû rehma Xwedê.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  Hecî Mihemed Yetîş berî vê 17 rojan ji ber nexweşîya xwe hatibû rakirin nexweşxanê û ji wê rojê vir ve dihat tedawîkirin ku vê şeveqê çû rehma Xwedê.

Hecî Mihemed Yetîşê ku du lawên wî hebûn, yekî ji wan di rêya Îslamê de şehîd da û yê din jî weqfî xizmetên Îslamî kir. Lawê wî yê bi navê Mustafa Yetîş ji ber ku xebatên Îslamî dikir ji teref polês, hakim û dozgerên FETOyîst ve bi kumpas û komployan hat girtin û zêdetirî 7 salan di girtîgehê de hat girtin.

Ew ê Hecî Mihemed Yetîşê ku çû rehma Xwedê dê sibe piştî nimêja cinazê ya ku dê li Mizgefta Celaddîn bê edakirin re li Goristana Êzingvanan a Taxa Nû bê definkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû