Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê

Di çarçoveya bernameyên "Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê" de li Êlihê Komeleya Werzîş û Îdelê bernama konsera îlahîyan li dar xist.

Li Êlihê bernameyên "Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê" dewam dike.

Di çarçoveya "Heftîya Ciwanîyê ya Mislimanên Dinyayê" Komela Werzîş û Îdealê (İdeal Gençlik ve Spor Kulübü) bi navê “Mîhrîcana Îlahîyan” konserek li dar xist. Konsera ku ciwanan eleqeyek mezin nîşan dayê hat dîtin ku jin û zarokan jî eleqeyek mezin nîşan dayîyê.

Cîyê ku konserê lê bihata çêkirin bi ayetê Qur’anê hate xemilandin û hat nivîsandin ku Qur’an ne slogane, Qur’an reçeta selameta Îslamê ye.

Berya konsera îlahîyan dest pê bike Lêkolîner û Nivîskar Emîn Sutçu axavtineke kurt kir.

Sutçu, îfade kir ku ez hêvî dikim evê bibe wesîle ji bo hişyarîya ciwanên Misliman û wiha got: “Ew doza bi wî Pêxemberê pîroz re hat li ser milê 50-60 ciwanî bilind bû. Bi bîr bînin serkeftina Bedrê bi 100-200 ciwanî hat bidestxistin. Vê bizanibin dozên heq û yên batil jî tev li ser milê ciwanan bilind dibe. Wê çaxê vê baş bizanibin dînê Xwdayê Mezin tu carî bê xwedî nemaye û wê ji niha û pê de jî bê xwedî nemîne. Madem wisaye divê em wek ciwanên Misliman li vê daw û dozê xwedî derkevin û em bidin ser milên xwe. Heger ciwan ji rê derkevin dozê jî ji rê derkeve û naghêje encama xwe. Ji ber vê yekê wezîfe girane û lazim e haya ciwanên me ji barê li ser milên wan hebe.”

Piştî axaftinê hunermend Ozcan Atsat, Bîlal Dalkiliç, Dervîş Madsor û Omer Guneş merş û îlahîyên ji hev xweştir gotin. Di wayîya konserê de cîwanan jî bi hunermendan re îlahî gotin û govend gerandin û bi vî awayî konser bi dawî bû. (ÎLKHA)

 

 
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû