Hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanande şehîd bûn derket 156an

Di êrîşa ku doj ji teref siyonîstên terorîst ve li Filistînîyan hat kirin de Filistînîyekî din jî şehîd bû, digel şehîdê dawî hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanande şehîd bûn derket 156an.

Doh piştî nimêja înê li ser Xeta Xazzê Filistînîyan di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de xwepêşan li dar xistin. Di dema xwepêşanan de siyonîstên terorîst êrîş birin li ser Mislimanan. Di encama êrîşa ku hat kirin de Yahya Yagîyê 25 salî ji teref nîşangirên terorîst ve hat şehîdkirin. Her wisa di êrîşên siyonîstan de tev de 220 kes jî birîndar bûn.

Heta niha di xwepêşanên ku di bergeha Meşa Mezin a Vegerê hatin tertîpkirin de tev de 156 Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 17 hezar kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû