Hejmara kesên ku di erdheja li Endonezyayê de mirin her ku diçe zêde dibe

Di erdheja bi lerza 6.9an a ku li Girava Lomboka Endonezyayê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Heta niha 131 kes jiyana xwe ji dest dan.

Yekşema borî li Girava Lomboka Endonezyayê bi lerza 6.9an erdhejek pêk hat. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinên hêj berdewam dikin û her ku diçe hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin.

Li gor agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine parvekirin di erdhejê de heta niha 131 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Her wisa tê diyarkirin heta niha nêzî 5 hezar turîstan ji cihên betlaneyê hatine tahlîyekirin.

İLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn