Hat ragihandin li Filistînê roja înê 22emîn Meşa Mezin a Vegerê hat destpêkirin. Siyonîstên îşxalker û çeteyên terorê êrîş birin li ser xwepêşanderên ku li rojhilata Filistînî xwepêşan li dar dixistin. Di encama êrîşa siyonîstên terorîst de tevde 50 Filistînî şehîd bûn.
Li gor daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve hatine belavkirindi nav kesên ku hatine şehîdkirin de 27 zarok, 3 pîrek, 2 xebatkarên tenduristîyê û 2 jî rojnamevan hene.
Her wisa tê diyarkirin heta niha 3 hezar û 600ê wan zarok, hezar û 750ê wan pîrek tev de 18 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.
ÎLKHA