Li Girava Lomboka Endonezyayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hatibû. Berdevkê Ajansa Birêveberîya Bobelatê ya Neteweyî Sutopo Purwi Nugoho derbarê erdhejê de daxuyanî da. Nugoho, di daxuyanîya belav kir de destnîşan kiribû ku ji ber erdhejê heta niha 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan ji 82an derket 140î.
Ji ber erdhejê îqaza tsunamîyê hat kirin.
ÎLKHA