Hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber erdhejê mirin derket li ser 1200î

Di encama erdhej û tsunamîya ku li Girava Sulawesîya Endonezyayê pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket li ser 1200î.

Roja înê li Girava Sulawesîya Endonezyayê di mezinahîya 7.7 û 7.5an de du erdhej pêk hatin û piştî erdhejan jî tsunamî pêk hat. Di encama erdhej û tsunamîyê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li gor agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara mirîyan her ku diçe zêde dibe.

Berdevkê Birêveberîya Ajansa Afetê ya Neteweyî Sutopo Nugroho di daxuyanîya ku derbarê mijarê de belav kir destnîşan kir heta niha zêdetirê 1200 kes jiyana xwe ji dest dan ku ji van nasnameya 410 kesan hat diyarkirin.

Li herêmê hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû