Xwendekarê zanîngeha Helebê Hesen Ehmed ji AKnewsê re axivî û got, “Xwendekar li ber kolêja Pizîşkê civiyan û şehîdê wê Mahêr Dêmûk (xwendekarê sala 6ê yê Pizîşkê) ku li bajarê Ezazê hatibû kuştin bi bîr hênan û berê xwe dane kolejên din, Pizîşka Diranan, Endazyariyê û kolêja Zanistiyê û herî dawî berê xwe dane Meydana Zanîngehê.”
Herwiha Ehmed ronî kir ku Şebîhe (alîgirên rejîma el-Esed) û hêzên Ewlehiyê rê li ber xwendekaran girtin û çekên zindî bikar hênan û di encamê de çend xwendekar birîndar bûn.
Ehmed ku bi xwe xwendekarê Kolêja Zanistiyê ye diyar kir ku piştî êrişê “xwendekar berev kolêja Zanistiyê vegeriyan û li wir dîsa rastî êrişa Şebîhe hatin û herî kêm 8 xwendekar hatin girtin.”
Ji aliyê dî ve rojnameger Jiyan Efrînî ji AKnewsê re diyar kir ku navçe û herêmên bi ser bajarê Helebê ve di alarmê de ne û gelek bajarok û şaregund têne bombebarankirin.
Efrînî got heyama 3 rojan e rêyên herêma Efrînê yên berev bajarê Helebê girtî ne û çûnûhatin di navbera Efrînê û bajarokên derdorê de rawestiye.
Her wiha Efrînî tekez kir ku bajarê Ezazê yê di sînorê Efrînê de 2 roj in tê bombebarankirin û jimareyek mezin ji daniştiyên wê ji bajêr direvin.
Li gor koçberekî bajarê Ezazê, hêzên Ewlehiya Sûriyê û artêşê maweya saetekê ji bo gelê wî bajarî destnîşan kirine taku bajêr berdin û derkevin û piştre, bajar bi giştî dikeve ber topbaran û êrişan.
Efrînî her wiha da zanîn ku şaregundê Enedanê (15 bakurê Helebê) îro, ji aliyê artêşa Sûriyê ve tê bombebarankirin û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.
Rojnamegerê kurd ronî kir ku bi giştî hemû herêmên derdora Helebê serî hildane û hilîkopterên rejîma Sûriyê li ser gund û bajarokan difirin û êrişên artêşa Sûriyê ji bajarekî berev yê din diçe.
Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, hêzên rejîma Sûriyê duhî li sertaserî Sûriyeyê, 138 kesî kuştine ji wan 96 kes li taxa Baba Emro ya li bajarê Himisê ku ji 24 rojan de tê bombebarandin.
Li gor nûçeyên gihiştine navgînên ragihandinê, hêzên rejîma Sûriyê li ser bazgeheke nêzî taxa Baba Emro dema xelkê wê taxê ji ber bombebaranê direviyan di operasyonekê de komkujiyek encam dane, tê de 65 kes bi fîşekan hatine kuştin.
Hevdem îro, Encûmena Mafê Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê bi piştgiriya dewletên Komkara Ereb û welatên Ewrpoayê aloziya Sûriyê gotûbêj dikin, li hemberê Rûsiya ta niha ti helwest nîşan nedaye lê ew ji aliyê Îranê ve hate redkirin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Esed de, di 15ê adara 2011ê ta niha bêtirî 8 hezar kes li ser destên hêzên Sûriyê û alîgirên Beşar el-Esed hatine kuştin û bi deh hezaran girtî û aware bûne.
hr (Aknews)
Heleb dikele û derdor jî tê bombebarankirin
Hewlêr, 28 Sibat (AKnews) – Agahiyên herî dawî destnîşan dikin ku bajarê Helebê li ber teqîna xwepêşandan e, hevdem êrişên artêşa Sûriyê bi ser bajarokên derdorê berdewam in.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be