Hemama Artuklu hat veguhastin cihê xwe yê nû

Hemama Artuklu ji ber ku dê Heskîf di bin avên bendavê de bimîne hat veguhastin cihê xwe yê nû.

Li Heskîfa Êlihê ji ber ku dê berhem û warên dîrokî di bin avên Bendava Ilisûyê de bimînin berhemên dîrokî tên veguhastin cihên xwe yên nû. Di vê bergeha veguhastinê de ewilî Turbeya Zeynel Beg a ku xwedî dîrokeke 450 salî ye hat veguhastin. Piştî veguhastina Turbeya Zeynel Beg îro jî Hemama Artukluyan hat veguhastin cihê xwe yê nû.

Wezîrê Çandînî û Daristanê Dr. Bekîr Pakdemîr jî beşdarî merasîma veguhastina hemamê bû. Karê veguhastinê di 05.00ên şevaqê de dest pê kir û heta 11.45an berdewam kir.

Ji bilî wezîr, parlementer, walî, şaredar û qeymeqam jî beşdarî merasîma veguhastinê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû