Xebatên bicîkirinê ya Hemama Artukluyê ya ku berî vê çend rojan bi pergala taybet hat veguhastin cihê xwe yê nû berdewam dikirin ku ev xebat bi dawî bûn û Hemama Artukluyê li cihê xwe ya ku berî niha hatibû diyarkirin hat bicîkirin.
Bo veguhastina Hemama Artukluyê het aniha 37 milyon lîre hat xerckirin.
Ji ber çêkirina Bendava Ilisuyê ew ê Heskîfa ku xwedîyê dîrokeke qedîm û bi hezar salan e digel temamê berhemên xwe yên çand û dîrokî di bin avê de bimîne. Ji ber ku ew ê Heskîf digel dîroka xwe ya kevnar û qedîm di bin avê de bimîne bes çend berhemên jimartî ji cihên xwe tên veguhastin bo cihên xwe nû. Heta niha Turbeya Zeynel Beg û Hemama Artukluyê hatin veguhastin.(ÎLKHA)