Serekwezîrê Filîstîn Îsmaîl Heniye, bi Reuterê re peyivî. Pirsên ajansa Reuterê cewab da. Diyar kir ku eger herbek biqewime, wê Îran hewcê Hamasê nebe. Lewra Îran ji Îsraîl pir pir xurtir e.”
Heniye di hevpeyvîna xwe de wiha got “Îranê ji me tu teleb nekiriye. Eger bi Îsraîl re herbek biqewime, wê hewceya Îranê bi Hamasê tune be. Lewra Îran ji Îsraîl xurtir e. Hamas hereketeke Filîstînî ye û li nav Filîstînê dixebite. Derd û siyaseta me, li gor feydeya xelqê Filîstîn e. Bêşek û guman, Îsraîl tehdîtek eşkere ye. Eger bi Îranê re şer bike, wê ji bo herêmê, talûkeyek mezin biqewime.”
Heniye li ser pirsa berdana sîlehan wiha peyivî “Hamas qet’î sîlehê bernade. Wê berxwedana xelqê Filîstînê li hember rejîma îşgalker, di seha sosyal, siyasî, dîplomatîk û eskerî de yanî di her alî de dewam bike.”
Îsmaîl Heniye li ser pirsa “Gelo ewê Hamas Îsraîlê nas bike yan na?” jî, wiha xeber da “Ewilî divê Îsraîl, dewlet û îdara siyasiya xelqê Filîstîn nas bike. Bila Îsraîl berê vê pirsê bi cewab ke. Dûre emê cewabê bidin. Eger Îsraîl, di axên 1967an de dewleta Filîstînê nas bike, em hazirin û dikarin heta deh sala û zêdetir jî bi Îsraîl re, agirbestî îmze bikin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)