Henîyye: Filistîn ne ya firotinê ye

Serokê Şaxa Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye diyar kir Komxebeta Bahreynê ne komxebateke îqtîsadî berewajî komxebateke siyasî ye.

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Siyasî yê Hamasê derbarê wê komxebata Bahreynê ya ku di bin navê komxebeta îqtîsadî de tê lidarxistin de nirxandinan  kir. Henîyye di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ev komxebateke siyasî ye û di bin navê komxebeta îqtîsadî de têt kirin.

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em li Filistînê û li temamê warên ku lê Filistînî dijîn ji heyameke dîrokî re şahidîyê dikin. Doza Filistîn bi tehdîdeke stratejîk re rû bi rû me ye ku het aîro ev rewş derneketibû holê.   Xelkê Filistînê heta îro tawîz nedaye tu kesî.”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Filistîn ne ya firotinê ye” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xelkê Filistînê berî niha dek û dolab û planên ku li hember doza Filistînê hatin tertîpkirin hilweşand û ew ê ji niha pê ve jî hilweşîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê