Henîyye: Pêdivîya me bi stratejîyeke ku berxwedana leşkerî ya çekdarî heye

Îsmaîl Henîyyeyê ku Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê ye destnîşan kir li dijî tehlûkeya siyonîzma îşxalker pêdivîya me bi stratejîyekê heye ku di navenda wê de berxwedana leşkerî ya çekdarî hebe.

Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê ya ku her Remezan di îna dawî de tê pîrozkirin daxuyanîyek belav kir.

“Hebîna berxwedana leşkerî ya çekdarî li dijî wan êrîşên ku li doza me û Qudsa me tê kirin elzem e”

Îsmaîl Henîyye di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser berxwedanê û destnîşan kir “Di roja me ya îro de em bi xetereyeke mezin û bi bandor re rû bi rû mane de wek alema Îslamê pêdivîya me bi stratejîyekê heye ku di navenda wê de berxwedana leşkerî ya çekdarî hebe. Lewra ev yek  li dijî wan êrîşên ku li doza me û Qudsa me tê kirin elzem e.”

“Bi izna Xwedê em xwedî hêz in ku muzaffer bibin”

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîkaya îşxaler û rejîma siyonîst û îşxalker hewl didin doza Filistînê tasfîye bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê her du alî jî hewl didin Peymana Sedsalê tetbîq bikin û bo vê yekê gavan davêjin.  Ew ji bo vê yekê temamê wextên xwe û hêzên xwe seferber kirine. Em micadele didin da ku temamê axên Filistînê û Quds bê azadkirin. Em ê li ser axên xwe bin û terka wan nekin. Em ê ji qadera ku Xweda kiriye nesîbê me re razî bin. Bi izna Xwedê em xwedî hêz in ku muzaffer bibin, siyonîstan ji axên xwe biqewirînin û li hewşa Mescîda Eqsayê digel hev nimêj bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Nisêbîn de tankerê asfaltî girt avel
Ji bo Palûkê banga pira ser rê û lîseyê
Li Entabê, bi sedan keçên ciwan ketin hicabê
Li Xarpêtê di mezinahîya 3,6an de erdhej
Mirovên ku li Batmanê hatibûn kuştin hatin definkirin