Henîyye: Rêberekî din ê bexwedanê rehmet kir

Şêx Ehmed Nîmr Hamdanê ji pêşewayê Hamasê çû rehma Xwedê. Şêx Ehmed Nîmr Hamdan bi merasîma girseyî ya ku hat tertîpkirin hat spartin axê.

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye di merasîma cinazê ya ku hat tertîpkirin de axivî. Henîyye di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, rêberekî din ê projeya bexwedanê rehmet kir.

Henîyye di berdewama axavtina xwe de pesna cesaret û samîmîyeta Şêx Ehmed Nîmr Hamdan da û destnîşan kir merhûm her tim û di temamê heyaman de tiştê rast nîşan dida.

Henîyye di dawîya axavtina xwe de wiha got: “ Keştî ji ber çi sedeme bilerize bila bilerize Şêx Ehmed Nîmr Hamdan her tim wek rêberekî rê nîşan dida û di wextên zehmet de heqîyê diqêrand.”

Şêx Ehmed Nîmr Hamdanê 80 salî yê ku ji rêberên Hamasê bû 5ê Tebaxê di wextên nîvro de li Nexweşxaneya Nasir a ku lê dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin