Li Tirkiye hinek mesele, heta qirêkê li hikûmet bûne bar û qebhet. Di şûna wê çareser bibin, bi wan hê bêtir bargiranî peyda dibe. Yek ji van meselan, rewşa hepsane.
Heta niha wezareta edaletê, ji ğeyrî menfîet û îmaja dewlet û hikûmetê pêvetir, tiştek qenc nekiriye ji bo hepsan. Ji ber vê yekê, hepsan ji bo mehkûman dike zîndan, ji merîvên mehkûman re jî, dike sirgungeh. Ji ber ku li ser problemên hepsan, çareseriyê însanî û heqanî nayê kirin, tijebûna hepsan, bi ser kapasîta xwe dikevin.
Li gor xeberan hat diyar kirin ku dîsa ji hepsên Tîpa Dya Diyarbekir û ji Tîpa Eya Mêrdîn, 29 mensûbên Hîzbûllah, bi kar û şolek keyfî hatin sirgûn kirin. Ji xwe rejîma cimhûriyetê jî, bi sedan merivên Şêx Seîd Efendî, sirgûnî hêla rojava kiribûn.
Ji hepsa Diyarbekir, deh mensûbên Hîzbûllah, sewkî Sîwasê bûn, 8 heb jî sewkî Tokatê bûn. 11 mensûbên Hîzbûllah yên li hepsa Mêrdînê jî, sewkî Tokatê bûn.
Merivên mehkûman wiha diyar kirin “Ev sewk, sirgûn û zulm e. Me’melên kêfî û neheqî ne. Xweda zulmê qebûl nake, em li dinya û axretê, ji mesûlan de’wacîne. Bi vê yextiyarî û şerpezehiya xwe, emê çawa herin ziyareta wan. Qey hun ji Xweda jî natirsin?” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)