“Hereketa Mustezefan” Bi Rê Ket!

Do li Diyarbekir li meydana îstasyonê, mîtînga wefaya ehdê hebû. Sed hezar zêdetir însan bazdan gaziya komela Mustezef-Dera hatiye girtin.

Do li Diyarbekir li meydana îstasyonê, mîtînga wefaya ehdê hebû. Sed hezar zêdetir însan bazdan gaziya komela Mustezef-Dera hatiye girtin.

Bi tekbîr û slogana, bi panqart û alayên Tewhîdê, milletê evîndarên pêxember, herikîn meydanê. Girtina komela Mustezef-Derê û ceza birîna li dayika Gullu Çevîk, protesto û şermezar kirin. Coş û heyecana millet, mewlûda pêxember bibîr anî.

Mitîng bi xwendina Quranê dest pê kir. Di mîtîngê de, parêzer Mehdî Oğûz ji ber tengasiyên emniyetê peyva xwe kurt birî. Mela Mehmûd Kilinç, di axaftina xwe ya Kurdî de, sebebên zulm û neheqiyên li ehlê dîn û muslumana û xasseten li komelên muslumana tên kirin anî ser ziman. Peyva xwe jidand ku Amed warê îman û muslumana ye. War û diyarê Muhammed û Şêx Seîd û Huseyna ye. Bila tu kes li ser Amedê hisaba nekin.

Parêzer M. Huseyîn Yilmazê serekê komela Mustezef-Dera hatiye girtin jî, di xeberdana xwe de, wiha diyar kir “Zalim poşman bûne ku komela me girtine. Di şûna wê yesax û zulmê hilînin, zulm û te’deyên li ser milletê rakin, radibin mîna kerr û koran, lê temaşe dikin. Ewqas zulm li komela me û li xizmetkarên komela me hat kirin, ji dêlava wê sûcdaran bidin ceza kirin, radibin li me ceza dibirin. Muztezef-Der girtin. Hereketa Mustezefan derket. Ji niha pê ve, bi Cemiyeta Mustezefan, bi Hereketa Mustezefan lê bi ser komelatiyê ve, em li meydana nin. Li ber asîmilasyona li ser Kurda û milletê musluman, li ber zulm û neheqiyê em hene.”

Di mitîngê de, hunermendan çend caran, bi coş û heyecanek mezin, eserên xwe hinurandin. Digel tengasî û te’deya emniyetê, mitîng nêzî heftê êvarê qediya. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be