Platforma Nesla Qur’anê ji ber minasebeta Qandîla Mîracê ve daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin Pêxemberê me di vê şeva mibarek de bi mizgînîyên “5 wext nimêj, dawîya Sûreya Bakarayê, efûkirina temamê gunehan ên kesên ku neketine şîrkê” ji Mescîda Eqsayê hatiye Mescîda Haram.
“Mescîda Eqsayê ya ku sembola azadîya me ye îro di bin zext û fîşarên şebekeya terorê de ye”
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di çavkanîyên dîrokî de diyar e dema ku Mescîda Eqsayê azad be ummeta Îslamê jî azad e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Mescîda Eqsayê ya ku sembola azadîya me ye îro di bin zext û fîşarên şebekeya terorê de ye. Li çar alîyê cîhanê ewladên mezlûm û mustazaf ên ummeta Îslamê di bin zilmê de dinalin. Zilmkar û zordar zilmeke mezin a ku heta niha nehatîye dîtin li wan dikin. Heta ku Mescîda Eqsa azad nebe Misliman nikarin azad bibin.”
“Divê em ji bo yekîtîya ummetê dia bikin”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ger ummeta Îslamê dixwaze ji nû ve azad bibe divê bibe yek û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê em di çevên mibarek ên mîna Mîracê de ji bo yekîtîya ummetê dia bikin. Em bang li dildar û endamên xwe dikin da ku biçin camîyan û beşdarî bernameyên ku ji bo Qandîla Mîracê dê bên terîtpkirin bibin.”
ÎLKHA