Hewaya qirêj a trafîkê dibe sedem ku zarok bi nexweşîya bêhntengîyê bikevin

Li gorî lêkolînekê ji ber wê hewaya qirêj a ku di trafîkê de tê standin li tevahîya dinyayê her sal 4 milyon zarok bi nexweşîya astim ango bêhntengîyê dikevin.

Ji teref kovara Tipê ya bi navê Lancet Planetary Healthê ve derbarê nexweşîya bêhntengîyê  de lêkolînek hat kirin. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin ji ber wê hewaya qirêj a ku di trafîkê de tê standin li tevahîya dinyayê her sal 4 milyon zarok bi nexweşîya astim ango bêhntengîyê dikevin.

Li gorî raportê ev nexweşîya bêhntengîyê ya ku ji ber hewaya qirêj derdikeve holê herî zêde li Kuveytê tê dîtin. Piştî Kuveytê li welatên bi navê Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban, Kanada, Tatvan û Bahreynê tê dîtin.

Di berdewama raportê de hat diyarkirin Stenbol û Enqere jî di nava wan bajarên ku ji ber hewaya qirêj nexweşîya bêhntengîyê lê tên dîtin de ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn