Hewlêr iro bo ‘îniya emekdarya kurd li Sûriyê’ radibe ser pê

Hewlêr, 8 Adar (AKnews) – Nûnerê partiya azadî ya kurdî ya Sûriyê li Herêma Kurdistanê, Mehmûd Erebo, diyar kir, iro li bajarê Hewlêrê, dê çalakiyek bo piştevaniya xwepêşandana roja îniyê ya Sûriyê ku bi navê “Îniya emekdariyê bo serhildana kurd” tê sazk

Mehmûd Erebo, ji AKnewsê re got, lêjneya civata niştimanî ya kurd a Sûriyê li Herêma Kurdistanê, dê sibê li Hewlêrê, çalakiyekî bo piştevaniya xwepêşandana roja îniyê ya Sûriyê li dar bixe.

Erebo, diyar kir, ji bilî piştevaniya şoreşa Sûriyê û mafên kurd, dê serhildana kurdên Sûriyê ya 2004ê li dijî reijîma Sûriyê jî bê bibîrxistin û da zanîn, 12ê adarê, lêjneya han, bo serhildana gelê kurd li Sûriyê dê 3 xwepêşandan li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê saz bike.

Xwepêşander û neyarên rejîma Sûriyê, îro li ser malperên civakî yên înternetê, ragihandin, dê sibê xwepêşandanekî bi navê “Îniya emekdariyê bo serhildana kurd a sala 2004ê” li dar bixin.

Tê zanîn, li 12-13ê adara 2004ê, piraniya deverên kurdî yên Sûriyê li dijî êrişa hêzên ewlehiyê bo ser lîstikvan û temaşevanên kurd ên yariya fûtbolê li bajarê Qamîşlo xwepêşandan kiribûn û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn serkutkirin û di bûyeran de bi dehan kes hatibûn kuştin.

sm AKnews

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be