Hikûmeta Kurdistana Iraqê derbarê êrîşa nîjadperest a li Trabzonê de daxuyanî da

Hikûmeta Kurdistana Iraqê derbarê êrîşa nîjadperest a ku li Trabzonê li geştyarên Kurd hat kirin de daxuyanî belav kir û destnîşan kir ew ji ber vê êrîşa ku hatiye kirin xemgîn in.

Ji teref Hikûmeta Kurdistana Iraqê  ve derbarê êrîşa nîjadperest a ku li Trabzonê li geştyarên Kurd hat kirin de daxuyanîye hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat  destnîşankirin ew ji ber vê êrîşa ku hatiye kirin xemgîn in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hinek geştyarên Kurdistanî dema ku xwestine bi ala Kurdistanê sûret bigirin êrîş li wan hatiye kirin û dû re hatine binçavkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin “Ala Birêveberîya Herêmî ya Kurdistanê li Iraqê alakî qanûnî ye û berî niha jî dema ku lijneyên Kurdistanî li Tirkîyê hatin ezimandin li balafirgeh û salonên pêşîwazîkirinê ve hatiye daleqandin.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber bûyera ku pêk hatiye ew xemgîn in û ji bo geştyarên Kurdistanî bên berdan ew ê bi rayedarên Tirkîyeyî re têkevin pêwendîyê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin