Hilbijartina Lîbyayê

Piştî 50 Salan, Ji Bo Meclîsa Mîllî, Hilbijartin Pêk Hat

Xelqê Lîbyayê, ji bo ku Meclîsa mîllî avabike, îro çûn ser sindoqan.

Hilbijartin, li gor saeta herêmê, di 8ê sibê de destpê kir û wê heya 8ê şevê dewam bike. Piştî qedandina îqtîdara Kadafî, rengê Lîbya bi ber xweşiyê ve diguhere. Ji bo avakirina Meclîsa Sazker, 120 jê serbiwxe 200 parlementer wê were  hilbijartin.

Tê gotin ku partiya ‘Edalet û bipêşketin, di hilbijartinê de xurtir xuyaye.

Meclîs, wê di rûniştina ewîl de, serokê Meclîsê hilbijêrine. Di meha ewil de jî Serokwezîr û Komîsyona esasî, tê hilbijêrîn. Ji aliyê din ve Komîsyon, di hûndirê 120 rojan de jî, wê qanûna esasî, amade bike. Hinek lêkolîner diyar dikin ku piştî hilbijartinê, dibe ku qanûna esasî li gor hukmê şerîetê bê ava kirin.

Nifûsa Lîbyayê nêzî 7 mîlyon e. Jê 2 mîlyon û 865 hezar kes di hilbijartinê de, rayê didin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be