Hilbijartinên Parlementoya Îranê û Kurd / ÎRAN

Biryare di 2yê Adara 2012ê de gera 9. a hilbijartinên Parlementoya Îranê rêve biçin. Lê berendambûna pirraniya nûnerên kurd ên niha di parlemanê de û gellek kesayetiyên naskirî yên kurd hatiye redkirin û nikarin bibin berbijêrên bajarên Kurdan.

Bruksel (Rûdaw) - Biryare di 2yê Adara 2012ê de gera 9. a hilbijartinên Parlementoya Îranê rêve biçin. Lê berendambûna pirraniya nûnerên kurd ên niha di parlemanê de û gellek kesayetiyên naskirî yên kurd hatiye redkirin û nikarin bibin berbijêrên bajarên Kurdan.

Di 33 salên desthilatdariya Komara Îslamî de 10 hilbijartinên serokkomarî û 8 hilbijartinên parlementoyê hatine rêvebirin ku Kurd hin caran beşdarî wan bûne û zêdetir jî boykot kirine. Di gera yekemîn a hilbijartinên Meclîsa Îranê piştî sala 1979ê de Kurd berfireh beşdar bûn û hêvî dikirin ku statûya di wê demê de îmkan û derfetê bide wan ku nasnameya xwe ya neteweyî di qanûnên welat de bi cîh bikin. Herwiha di hilbijartina Xatemî de wek serokkomarekî reformîst di sala 1997ê de Kurd bi berfirehî beşdar bûn, herwiha Kurd di hilbijartinên meclîsa şeşem de jî bi awayekî aktîv tevlî bûn. Ji xeynî wan 3 gerên hilbijartinan, Kurd bêtir ketine eniya boykotkirina wan 18 hilbijartinan.

Hemû partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyên hevbeş û cuda de diyar kirine ku ewê hilbijartinên vê gera Parlamena Îranê boykot bikin û ji xelkê xwestine neçin ser sindoqên dengdanê. Tenê Eniya Yekgirtî ya Kurd (EYK) ku saziyek legal e li Îranê lê bê desthilat e, berendamên Kurd nasandin, lê berendamên vê Eniyê jî nehatin qebûlkirin. Lijneya Rêveberiya Hilbijartinên Îranê pirraniya parlementerên niha û berendamên din yên Kurd li gor xala 3. a maddeya 30 a yasaya hilbijartinên Îranê wek alîgir û piştevanên partiyên kurdî ên dijberî hikûmetê red kirine!

Parlementerê berê yê Kurd ê bajarê Merîwanê Ebdulah Suhrabî ku ji aliyê EYK ve hatibû berbijarkirin, ji mafê berbijarbûnê hat bêparkirin. Navborî ji Rûdawê re ragehand: "Em wek Eniya Yekgirtî ya Kurd hilbijartinê wek derfetekê dibînin ji bo xebata siyasî, sivîl û daxwazkirina mafên Kurdan ên rewa. Em di desthilata siyasî ya Îranê de ne beşdar in û tenê em dikarin meclîsê bikar bînin daku doza mafên xwe bikin. Lê sîstema Komara Îslamî rê nade nûnerên cihê baweriya gel ku biçin meclîsê.” Suhrabî diyar kir ku armanca wan ew bû di vê rewşa hestiyar a Îranê de bikevin meclîsê û rola xwe bilîzin: “Ji ber ku berendamên me nehatin qebûlkirin, em jî beşdarî hilbijartinan nabin.”

Suhrabî diyar kir ku parlemen derfeta herî baş e ji bo çalakî û têkoşîna sivîl û wiha dom kir: “Lê Meclîsa Îranê di destê desthilatê de ye û pirr fîlter danîne ku nûnerên cihê baweriya gel neçin meclîsê û berevaniyê ji mafên xelkê nekin. Loma hilbijartinên Îranê ne azad û demokratêk in.”

Parlementerê du gerên Meclîsa Îranê yê bajarê Sine, Celal Celalîzade, tenê hilbijartinên gera şeşem yên parlemenê wekî hilbijartinên azad dizane û dibêje hilbijartin li Îranê ne azad û demokratîk rêve diçin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe ji bo Rûdawê: “Hilbijartinên bi vî awayê ku li welatên azad û demokratîk rêve diçin, li Îranê tune ne. Hilbijartin divê di atmosferek azad û bê destwerdana hêz û aliyên leşkerî û ewlekarî û rêvebir bên organîzekirin û merc e partî û saziyên siyasî bi berfirehî beşdar bin. Lê li Îranê Konseya Parêzvan her berendamên ku nexwaze red dike û ji mafê xwezayî yê berbijarbûnê tê bêparkirin.” Celalîzade eşkere kir ku ji xeynî hêzên opozîsyonê li derve, vê carê heta Reformîstên li hundirê welat jî hilbijartinan boykot dikin, ji ber ku pirraniya wan di girtîgehan de ne. Navborî derbarê rêjeya beşdariya Kurdan de got: “Li bajarên Kurdistanê rêjeya beşdariyê wê gellekî kêm be.”

Parêzerê ciwan ê Kurd û mamosteyê zanîngeha Urmiyê, Mesûd Şemnijad, ku wek parêzerê gellek girtiyên siyasî yên Kurd kar kiriye, li bajarê Urmiye xwe beredam kiribû, lê kêrhatîbûna wî hat redkirin. Şemnijad ji Rûdawê re got: “Ez û pirraniya berendamên Kurd li gor xala sêyem a maddeya 30 a yasaya hilbijartinên Îranê, bi tometa alîgirîkirin ji partî û saziyên dijberî hikûmeta Îranê, hatine redkirin. Lê ez parêzerê gellek girtiyên siyasî li girtîgeha Urmiyê û vê wilayetê bûme û rayedar baş dizanin ku kesên wek min ne endamên partiyên siyasî ne, lê ne ligel desthilatê ne jî. Sîstem dixwaze ku ew kes herin meclîsê û dezgehên dewletî ku di çarçova fikrî ya wan de kar bikin û di hêla wan de tevigerin. Rê nadin ku nûnerên cihê baweriya xelkê bikevin hilbijartinan.”

Bi baweriya parêzerê Kurd Mesûd Şemnijad, fîlter li ser Kurdên Urmiyê zêdetir heye û qet rê nadin ji Urmiyê nûnerên rasteqîn û cihê baweriya Kurdan herin meclîsê. Şemnijad wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hebûna fer û cudahîdanînên siyasî, civakî û aborî û astengkirina rêya beşdariya Kurdên Urmiyê û deverên derdorê di rêvebirinê de û koçber nasîna Kurdan li vê deverê û darvekirina bikom a Kurd, bi tawanên siyasî û qaçaxa madeyên hişber û hwd., min biryar da ku xwe berendam bikim, lê pirr hêsan ez red kirim.” Mesûd got: “Ji ber ku min dixwest nûnerê gelê Kurd bim û ne yê hikûmetê, rê nedan ez bibim berendam.”

Çavdêrên siyasî hilbijartinên Îranê ji ber hebûna fîlterên dijwar û destwerdana rayedar û saziyên rêvebir û bêjîngkirina berendaman, ne azad û ne demokratîk dizanin. Bi taybetî berendamên Kurd û neteweyên din ku ne girêdayî hikûmetê ne, zêde tên redkirin. Bi baweriya nivîskar û çalakvanê sivîl Ebdulezîz Mewlûdî yê ji Mehabadê, guhertinên ku heta niha di qanûnên hilbijartina Îranê de pêk hatine, proseya hilbijartinê dijwartir kirine û hilbijartin ne azad in û xelk bi guman li hilbijartinan dinêre: “Hilbijartin tenê ji bo muhafezakaran azad e û dikarin berbijar bin û beşdar bin. Kesayetiyên azad û serbixwe ji vî mafê bêpar in.” Navborî tekez kir: “Tenê ji bo 15-18 % ji daniştvanên Îranê hilbijartina azad heye.”

Bi baweriya çalakvanê sivîl Ebdulezîz Mewlûdî, çênabe ku aliyek û baskek îradeya xwe li ser hemû pêkhateya civakê ferz bike û yasaya hilbijartinên Îranê pêwîstî bi guhertinên bingehînî heye, heta ku hilbijartin bibin hilbijartinên azad û li gor standardên navnetewî. Navborî tekez kir ku diviyabû berendamên serbixwe û ne girêdayî hikûmetê yên Kurd xwe berbijar nekiribûne: ”Ji ber ku berî destpêbûna proseya navnivîsîna berbijêran, reyadarên hikûmetê ragehandin ku kesên ne di çarçoveya fikrî û îdeolojîk a wan de, bila xwe berbijêr nekin û ewê wan red bikin. Di vê navberê de para Kurdan zêde ket û pirraniya berbijêrên Kurd hatin redkirin.” Li gor Mewlûdî jî vê carê wê beşdariya gel gellekî kêm be, bi taybet li Kurdistanê: “Ez bawer im dibe ku ji sedî 20ê kesên xwedî mafê dengdanê tevlî hilbijartinan bibin. Lê belkî ji ber hinek taktîk û kiryarên rayedaran rêjeya tevlîbûnê ji 5-10% zêde bibe.”

Ebdulezîz Mewlûdî

Ebdullah Suhrabî

Celal Celalîzade

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be