Hişyariya Pisporê Dermatolojiyê ya ji bo Hidradenitis Suppurativa: Nebêjin pizik hêsane ye û di ser re derbas nebin

Pisporê Nexweşiyên Çerm Dr. Alperen Aydeniz diyar kir ku werimîn û absêyên biêş ên dubare yên li binê çeng, derana lingan û binê memikan dikarin bibin nîşana Hidradenitis Suppurativa (HS) û bal kişand ser girîngiya tespîtkirin û dermankirina zû.

Pisporê Dermatolojiyê ê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê Dr. Alperen Aydeniz, derbarê Hidradenitis Suppurativa (HS) ku di nav gel de wekî "nexweşiya memikê kûçik" tê nasîn de hişyarî dan.

Aydeniz diyar kir ku HS ku nexweşiyeke çerm a kronîk e, bi taybetî li herêmên mîna binê çeng, derana lingan (qasix) û binê memikan dikare bi werimîn û absêyên biêş ên dubare xwe nîşan bide; û anî ziman ku di heyamên paşîn ên nexweşiyê de di bin çerm de tûnêl û fîstûl dikarin peyda bibin.

"Balê bikişînin ser werimîn û absêyên dubare"

Aydeniz destnîşan kir ku nexweşî dikare bi werimînên biêş, absê û li pey başbûnê bi şopên mayînde yên li ser çerm bi pêş bikeve; û got ku divê ev nîşan wekî pizik/sivilceya sade an jî pirsgirêkeke çerm a bo demkî neyên nirxandin.

Aydeniz diyar kir ku bi taybetî li binê çeng, derana lingan an jî binê memikan gava werimîn û absêyên biêş ên ku berdewam dubare dibin û birînên ku di pêvajoya başbûnê de şopên kûr dihêlin bên dîtin, divê serî li pisporê dermatolojiyê bê dan.

"Ne veguhastî ye û ne ji ber nebûna hîjyenê ye"

Aydeniz tekez kir ku Hidradenitis Suppurativa ne veguhastî ye û ne ji ber kêmasiya hîjyena kesane ye; û anî ziman ku nasîna nexweşiyê ya di heyama zû de ji bo dermankirinê xwedî girîngiyê ye.

Aydeniz wiha axivî: "Werimînên biêş ên ku li herêmên mîna binê çeng, derana lingan an jî binê memikan berdewam dubare dibin nebêjin 'dê derbas bibe' û rawenwestînin. Hidradenitis Suppurativa (HS) ku di nav gel de wekî nexweşiya memikê kûçik jî tê nasîn, berevajî agahiyên ji devê xelkê ne veguhastî ye û ne ji ber hîjyenê ye. Bi tespîta rast û mudaxeleya zû, nexweşî dikare bê kontrolkirin û rê li ber şopên mayînde bê girtin. Ji bo gilî û gazincên xwe hûn dikarin bêyî ku paşve bixin serî li klînîka me ya Dermatolojiyê bidin."

Aydeniz bal kişand ku HS bi demê re meyla wê ya pêşveçûnê heye û absêyên ku nayên dermankirin dikarin di bin çerm de veguhêzin tûnêl û fîstûlan.

Aydeniz diyar kir ku bikaranîna cixare û qeleviya zêde (obezîte) dikarin riya nexweşiyê bi awayekî neyînî bandor bikin; û qeyd kir ku divê gilî û gazincên dubare neyên îhmalkirin û serî li pisporê dermatolojiyê bê dan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çewlig de tir u otomobili pêro da, ebe qezay ra 5 kesi birîndar bîyî
17 kes hatin girtin
Qenal heye, av tune ye
Divê pirsgirêkên esnafên Bazara Penêr a Rezan bên çareserkirin
Ji Karwanê Hêvîyê ya Çinarê alîkariya kirtasiyeyê