Li Deşta Erxeniyê 11 gund li benda ava avdanê ne: Qenal heye, av tune ye

Li Deşta Erxeniyê 11 gund li benda ava avdanê ne: Qenal heye, av tune ye

Li navçeya Erxeniyê ya Diyarbekirê, cotkaran diyar kir ku ji qanala avdanê ya sereke ku di sala 2012an de hat çêkirin re ji 11 gundan re av naye dan û banga çareseriyê kirin.

Li navçeya Erxeniyê ya Diyarbekirê, qanala avdanê ya 35 kîlometreyî ku di sala 2012an de ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSİ) ve hat çêkirin, bi hinceta ku av tune ye ji 11 gundan re xizmetê nade. Cotkarên ku diyar dikin nêzî 200 bin dekar eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar hatine hiştin, tekez kirin ku heke ji van 11 gundan re av bê berdan, bi qezenckirina cotkaran re wê tevkariyeke girîng bikeve aboriya welat jî.

Li navçeya Erxeniyê qanala ku avê bi dînamoyan ji Bendava Dîcleyê digire, tê gundê Bereketliyê. Li gorî îddîayan qanal, bi hinceta kêmbûna avê piştî gundê Bereketliyê bi kovana axê hat girtin; bi vê re gund û mezrayên Akcemir, Azapali, Buzluca (Boç), Elavuz, Gözlü (Gozli), Han, Kabasakal (Qeweseqel), Kertil, Köprü (Qotê Pîrî), Kubik, Kündür, Taban (Qode) û Tilki bêav hatin hiştin. Tevlî serlêdanên ku niştecihên gundan gelek caran kirine jî mexdûriyeta behsa wê tê kirin berdewam dike.

"Ji ber ku qanal di nav eraziyên me re derbas bû zeviyên me hatin îstîmlaqkirin, lê av nehat dan"

Cuma Kahraman

Cuma Kahraman ku yek ji niştecihên gundî ye û mexdûriyeta ku dijîn anî ziman, wiha got: "Qanal nêzî 14 sal berê ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSİ) ve hat çêkirin. Ji ber ku kanal di nav eraziyên me re derbas bû, zeviyên me hatin îstîmlaqkirin. Lê belê tevlî ku 14 sal di ser re derbas bûne jî ji gundên jor re av tê dan, ji gundên me yên jêr re nayê dan. Em 14 sal in bêaviyê dikişînin. Em gelek caran çûn DSİyê û me serlêdan kir. Me got 'Avê bidin me jî'. Her carê 'Av tune ye, ziwatî heye, em nikarin ji Dîcleyê avê bigirin' gotin û hincet hilberandin. Dîsa jî îsal av gelek bû, lê dîsa ji me re av nehat daan.".

Kahraman bi bîr xist ku heke ava qanalan ji mahaleyên din re bê dan wê faaliyêtên çandiniyê zêde bibin û îşaret bi van tiştan kir: "Îro qanal heye lê zeviyên me bêav in. Gava av tune be em nikarin hilberînê bikin. Heke avdan bihata kirin, di pey berhema yekem re me wê berhema duyem jî biçanda. Niha em neçar dimînin ku li keleka qanalê çandiniya bêav bikin. Ev yek ne tenê zirara cotkar e, di heman demê de windahiya dewletê ye jî. Li seranserê xeta kanalê ya nêzî 30-40 kîlometreyî gelek gund bêav tên hiştin. Di demekê de ku ji gundên cîran re av tê dan, ji me re nayê dan."

"Nêzî 200-300 hezar dönüm eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar dimîne"

Kahraman axaftina xwe wiha da domandin: "Di vê deştê de bi dehan gund hene. Gava em difikirin ku eraziyê her gundî 8-9 hezar dönüm e, nêzî 200-300 hezar dönüm eraziyê çandiniyê ji ava avdanê bêpar dimîne. Nêzîkî nîvê Deşta Erxeniyê bêav e. Tekane daxwaza me ew e ku ji vê qanala ku di nav eraziyên me re derbas dibe ji gundên me re jî av bê dan."

Kahraman bi navkirina hiştina vê qanalê ya dûrî armanca wê wekî "zirara giştî/kamuyê", van tiştan anî ziman:

"Çêkirina vê qanalê dan mûtahîdan, bi mehan ajot. Ew qas masraf, çîmento, qum, amûr û amrazên ku hatin xebitandin… hemû vala çûn. Mirov gava ku karekî dike divê beramberiya wê bigire. Heke hatin neyê bi dest xistin gelo ev masraf ji bo çi hat kirin. Kesên ku ji vir bi qezenc derketin mûtahîd bûn."

"Daxwaza me ew e ku ev 11 gund jî tevlî pergal/sîstema avdanê bibin"

Ramazan İnat

Ramazan İnat tekez kir ku tekane daxwaza wan sûdwergirtina ji ava qanalan e û van îfadeyan bi kar anî: "Ev qanala avdanê ya sereke di sala 2012an de ji aliyê Karên Avê yên Dewletê ve hat çêkirin. Niha em li Deşta Bereketliyê ne. Kanal, di serî de Bereketli, di nav eraziyê 11 gundan re derbas dibe û xeteke sereke ya nêzî 35 kîlometreyî pêk tîne. Lê belê ji sala 2012an û vir ve ji van 11 gundan re ava avdanê nehatibû dan. Av tenê heta Bereketliyê hatherikandin, ji mahaleyên piştî wê re qet nehat gihandin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev 11 gund jî tevlî pergal/sîstema avdanê bibin. Heke wiha bibe hem cotkar dê qezenc bike hem jî tevkariyeke girîng dê bikeve aboriya welat."

İnat di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: "Ev av ji Bendava Dîcleyê bi navgîniya pompayan tê anîn vir. Qanal di nav gundan re derbas dibe û heta deştê digihêje, ji aliyê teknîkî ve ji bo hatina avê tu astengî tune ye. Heke av bê dan li vir pembo û garis bi rihetî dikarin bên çandin. Heta wekî berhema duyem garis dikare bê çandin. Ji bo genim jî heke di salê de car eynî di serdema hewcedariyê de avdan bê kirin, rekolte hema hema dibe du qat. Nîtekim di gundên ku av ji wan re tê dan de em vê yekê dibînin. Di wan gundan de cotkar pembo diçînin, wekî berhema duyem garis mezin dikin. Rewşa aborî ya gundên ku derfeta wan a avdanê heye, îro li gorî gundên ku av ji wan re nayê dan gelekî baştir e. Hejmara gundên ku av ji wan re nayê dan 11 e. Nêzîkî 110 hezar dekar erazî heye û ji vê qadê re av nehatiye dan. Heke ji van deran re av bê dan helbet dê tiştên xweş çêbibin."

"Heke ava avdanê bê vekirin em dikarin genim û cehê xwe av bidin û rekolteya zehf bilindtir bi dest bixin"

Ahmet İnat

Ahmet İnat ku tekez kir pirsgirêka ava ku dijîn ji çêkirina qanalê û vir ve berdewam dike, wiha got: "Ev pirsgirêk ji sala 2012an û vir ve berdewam dike. Em berdewam dibêjin 'Av heye, bila bidin me jî'. Heke ava avdanê bê vekirin em dikarin genim û cehê xwe av bidin û rekolteya zehf bilindtir bi dest bixin. Niha tenê di hin gundan de çend kes dikarin pembo û garis biçînin. Lê belê beşeke mezin a hilberînerên ku genim û ceh diçînin mexdûr dibin. Lê dîsa jî heke av bi rengekî dadperwerane bê belavkirin herkes dikare hilberînê bike, gundî jî dê qezenc bike."

İnat di dawiya axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: "Karên Avê yên Dewletê heta vir hat û pêşiya avê birî. Ji vê nuqteyê pê ve av nayê berdan. Ji ber vê yekê hemû 11 gund di rewşeke mexdûr de ne. Bi rastî ji bo vê miletî guneh e; tekane daxwaza me gihandina avê ye ji bo hemû gundan. Di rewşa rakirina vê astengiyê de dê di qada 10 hezar dekarî de avdan çêbibe û hemû 11 gund jî dê sûdê bibînin. Banga me ji bo rayedaran berdana avê ye."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.