Serokê HÜDA PARê yê Amedê Zeynul Abidîn Gulsever: Divê pirsgirêkên esnafên Bazara Penêr a Rezan bên çareserkirin
Serokê Bajarê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidin Gulsever, Serokê Navçeya Bağlarê Orhan Zeren û heyeta pê re, serdana esnafên Bazara Pênêrvroşan a Rezan (Bağlar) kirin û li pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin.
Serokê Bajarê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidin Gulsever, Serokê Navçeya Bağlarê Orhan Zeren û heyeta pê re, li navçeya Bağlarê serdana esnafan pêk anîn.
Di çarçoveya serdanê de heyet çû Bazara Penêrviroşan ku yek ji cihên bazirganiyê yên girîng û qadîm ên Diyarbekirê ye; li vir bi esnafan re hatin cem hev û li pirsgirêk û daxwazên hatine jiyîn guhdarî kirin.
Di hevdîtinên ku bi esnafan re hatin kirin de tengasiyên aborî, lêçûnên zêde bûn û bandorên pêşbaziya ku bi marketên mezin re tê jiyîn ên li ser esnafên piçûk hatin destgirtin. Esnaf diyar kirin ku ji ber tengasiyên aborî yên hatine jiyîn danûstendin kêm bûne û bazarê tevgera xwe ya berê winda kiriye.
"Bazareke qedîm e, lê îro bi têra xwe ne bi tevger e"
Zeynul Abidin Gulsever ku piştî serdanê nirxandin kirin, destnîşan kir ku Bazara Penêrvroşan ji bo Diyarbekirê xwedî cihekî girîng e.
Gulsever ev îfade bi kar anîn: "Vir bazareke qedîm e. Welatiyên me ji hema hema her dera Diyarbekirê tên vir û dikarin penêr, rûnê nîvişk û berhemên cûrbecûr ên gundan bi dest bixin. Lê belê li gorî ku em îro dibînin hundir hêmin e, jîngeheke ku danûstendin lê tune ye heye. Gava ku em sedema vê ji esnafên xwe dipirsin, wan tengasiyên aborî, bihabûnên ku berdewam zêde dibin û nekarîna pêşbaziyê ya bi marketên mezin re anîn ziman."
Gulsever diyar kir ku belavbûna marketên mezin esnafên piçûk di rewşeke zehf giran de hiştiye û bal kişand ser wê yekê ku divê piştgirî bidin esnafên piçûk.
"Esnaf ji bo gihandina pirsgirêkên xwe muxataban nabîne"
Gulsever da zanîn ku bazar ji bilî pirsgirêkên aborî di mijarên binesazî, lênêrîn û hîjyenê de jî pirsgirêkên cûrbecûr dijî û anî ziman ku esnaf di dîtina muxataban de ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe zehmetiyê dikişîne.
Gulsever got: "Pirsgirêkên esnafên me yên li vir ên xweser jî hene. Ji bo nimûne gava teqîna avê yan jî pirsgirêkeke têkildarî binesaziyê tê jiyîn, esnafên me di dîtina muxataban de zehmetiyê dikişînin. Saziyek dibêje 'Ev ne karê me ye', ji aliyê din ve jî muxatabekî ku pirsgirêkê çareser bike nayê dîtin."
Gulsever tekez kir ku divê lênêrîn û paqijiya bazarê bê kirin û ev îfade bi kar anîn: "Di mijara hîjyenê de jî divê li vê derê bê xwedî derketin, lênêrîn û paqijiya pêwîst bê kirin. Di berpirsiyariya kîjan saziyê de be em dixwazin xebatên pêwîst bên kirin."
"Ji bo ku bazar ji nû ve bê geşkirin divê gav bên avêtin"
Gülsever diyar kir ku Bazara Penêrviroşan ne tenê qada ku esnaf debara xwe pê dike ye, di heman demê de parçeyekî ji tevna bazirganî û çandî ya Diyarbekirê ye jî; Gülsever anî ziman ku divê bazar bê parastin û ji nû ve bê geşkirin.
Gülsever di dawiyê de wiha axivî: "Vir yek ji çarşiyên qadîm ên Diyarbekirê ye û bazareke girîng e ku welatiyên me hewcedariyê pê dibînin. Ji bo parastina vê û li ser piyan manê em bang li rayedaran dikin. Divê pirsgirêkên li vir di zûtirîn dem de bên çareserkirin, rayedar destê xwe dirêjî birayên me yên esnaf bikin û ji bo ku bazar ji nû ve bê geşkirin gavên pêwîst bên avêtin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.