HRW: Li Iraqê bi hezaran kes di girtîgehan de di nav şert û mercên giran û nebaş de dijîn

HRWyê di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser şert û mercên jiyanê ya li 3 girtîgehên li Iraqê û destnîşan kir şer û mercên di girtîgehan de “biçûkxistin” e û rewşa heyî şermezar kir.

Ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Însanan ve derbarê şert û mercên giran ên jiyanê ya li 3 3 girtîgehên li bakûrê Iraqê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 3 girtîgehên ku qala wan hat kirin de bi hezaran zarok, pîrek û zilam tên girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di girtîgehan rewş qet nebaş e û çend dîmen ji van girtîgehan gihaştine li ber destên wan ku dîmen bi xwe jî nîşan didin bi hezaran kes di nav şert û mercên giran û nebaş de dijîn û şert û mercên li girtîgehên bi navê Tel Keyf, Faysaliyye û Tefsiriyyatê ne li gor standartên navneteweyî ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e