Di peyama sersaxîyê ya ku hat weşandin de rayedarên HUDA PAR bo kesên ku wefat kirin sersaxî xwestin û daxwaz kirin ku kesên berpirsîyar bên dîtin û ji wan hisab bê pirsîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir divê bê lêkolînkirin cihên ku dibe lê şemitîna axê heye kontrol hatine kirin yan na û divê hisabê vê yekê bê pirsîn.
Yavuz di berdewama axavtina xwe de bo wan kesên ku di qezayê de wefat kirine rehmetê teleb kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji Xweda bo wan kesên ku di qezayê de wefat kirine rehmet û bo malbatên wan sebrê û bo wan kesên ku birîndar bûne jî şifayê teleb dikim. Divê bê lêkolînkirin cihên ku dibe lê şemitîna axê heye kontrol hatine kirin yan na.”
“Divê berpirsiyarên qezayê bê dîtin û bi şikleke ciddî hisab ji wan bê pirsîn”
Serokê Giştî yê Berê yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî diyar kir divê kesên ku mesûlê vê qezayê ne bên derxistin holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji Xweda bo wan kesên ku di qezayê de wefat kirine rehmet û bo malbatên wan sebrê teleb dikim û bo wan kesên ku di wê qezaya wek qetlîamê de birîndar bûne jî şifayê teleb dikim. Divê berpirsiyarên qezayê bê dîtin û bi şikleke ciddî hisab ji wan bê pirsîn.”
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk jî di peyama ku weşand de diyar kir ez ji Xweda bo wan kesên ku di qezayê de wefat kirine rehmet û bo malbatên wan sebrê û bo wan kesên ku birîndar bûne jî şifayê teleb dikim.
ÎLKHA