HUDA PAR dê karibe wek partî bikeve hilbijartinan

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir serîlêdanan wan a ku ew ji YSKyê re kiribûn bi erênî bi netîce bûye û bila ev qerar ji millet û memleket re bibe wesîleya xêran.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê berî vê çend rojan ji ber ku navê partîya wan di nav wan lîsteyên ku dikarin bikevin hilbijartinan de nehatibû weşandin Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven ziyaret kiribû û daxwaznameya îtîrazê dabû Lijneya Hilbijartinan a Bilind.

Serîlêdana ku hat kirin bi netîce bû. Xebera netîcebûnê ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve ji ser twîtterê hat parvekirin.

Yapicioglu di parvekirinên ku kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Serîlêda ku em li YSKyê kiribû bi erênî netîce bû, heqê wek partî beşdarbûna partîyan a partîya me hatiye teslîmkirin. Bi izna Xwedê bila ji partî, millet û welatê me re bibe wesîleya xêrê.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir