Li ChristChurcha Zelandaya Nû êrîşa çekdarî li du camîyan hat kirin. Di êrîşa terorê ya ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.
Derbarê vê êrîşa terorê de ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyanîyek hat dayîn û êrîşa terorê û êrîşkarên terorîst hatin telînkirin. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin “Em wan tetîkkêşên dest bi xwîn û wan hêzên li pey wan telîn dikin.”
“Li alema Xerbê destek û piştgirî ji hestên nefret û êrîşkar ên ku li hember Îslamê tên kirin re tê dayîn û ji wan kesên nîjadperest û faşîst re deng nayê kirin”
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin êrîşên ku hatin kirin alema Îslamê xemgîn kir û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Îro li Zelandaya Nû li bajarê Christchurchê li pey hev êrîşên çekdarî yên hovane hatin lidarxistin. Di encama vê êrîşa ku li camîyan hat kirin de 49 Misliman şehîd bûn û 28ê wan giran tevde 48 Misliman jî birîndar bûn. Ev êrîş ji ber xebatên nefret û dijberîyê ya ku li Xerbê li hember Îslamê tên kirin de hat kirin û li Zelandaya Nû Misliman di camîyê de hatin şehîdkirin. Li alema Xerbê destek û piştgirî ji hestên nefret û êrîşkar ên ku li hember Îslamê tên kirin re tê dayîn û ji wan kesên nîjadperest û faşîst re deng nayê kirin.”
“Dema ku li Xerbê êrîşek tê kirin û ji teref Xerbê ve failê vê êrîşê Misliman tê nîşandan bi şikleke fermî bertek tê nîşandan, gelo ev berteka fermî ew ê li wê êrîşa ku li Zelandaya Nû hatiye kirin re bê nîşandan?”
Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser dijberîya ku li Xerbê li hember Îslamê tê kirin û dû re wiha hat gotin: “ Li Xerbê dema ku hinek êrîşên bi şaîbe û şikdar tên kirin bi şikleke tevahî ji vê yekê Misliman û Îslam tê sûcdakirin û dîsa li Xerbê dînê Îslamê wek ‘îdeolojîya terorî’ tê binavkirin ku ev yek cesaretê dide wan kes û komên faşîst û psîkopat. Dema ku li Xerbê êrîşek tê kirin û ji teref Xerbê ve failê vê êrîşê Misliman tê nîşandan bi şikleke fermî bertek tê nîşandan, gelo ev berteka fermî ew ê li wê êrîşa ku li Zelandaya Nû hatiye kirin re bê nîşandan? Em vê yekê meraq dikin.”
“Em wan tetîkkêşên dest bi xwîn û wan hêzên li pey wan telîn dikin.”
Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ev êrîşa ku li Zelandaya Nû hatiye kirin asta wê îdeolojîya êrîşkar û nefretê nîşan dide û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “ Em bi vê wesîlê wan tetîkkêşên dest bi xwîn û wan hêzên li pey wan telîn dikin û ji Xwedê ji bo wan Mislimanên ku şehîd bûn rehmet û ji bo birîndaran şifa û ji bo nasên wan jî sebrê teleb dikin."
ÎLKHA