HUDA PAR eşîrên xwînî li hev anî

Xwîndarîya ku berî vê 4 salan li Mêrdînê di navbera du eşîran de dest pê kiribûbi navgînî û hewldana HUDA PARê bi dawî bû û eşîr li hev hatin.

Li Qosera Mêrdînê berî vê 4 salan ji ber kuştina kesê bi navê Mehmet Zeynettîn Denktaşê 49 salî  di navbera eşîrên Omeryan û Metînan de  xwîndarî dest pê kir. Xwîndarîya ku berî vê 4 salan li Mêrdînê di navbera du eşîran de dest pê kiribû  bi navgînî û hewldana HUDA PARê bi dawî bû û eşîr li hev hatin.  

Mahmut Kilinçê namzedê parlementerîyê yê Mêrdînê yê HUDA PARê, rsîpî, rayedarên navçê û bajêr ên HUDA PARê, naskirîyên malbatan û gelek kesên vexwandî beşdarî merasîmê bûn.

Mahmut Kilinçê namzedê parlementerîyê yê Mêrdînê yê HUDA PARê  di axavtina ku di bernamê kir de destnîşan kir lihevanîn karekî pir bi qiymet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Ev birayên me rêyeke baş vekirin.Em hêvî dikin temamê xeyd û lehevnekirin û xwînîyên li herêmê bi dawî bibin.”

Her wisa di bernameya lihevanînê çend kesên din jî wisa axivîn:

Serokê Navçeya Qoserê yê HUDA PARê Abdullah Kavan jî destnîşan kir “Ev birayên me îro tecellîya ayeta ‘navbera birayên xwe islah bikin’ dijîn.”

Waîzê Miftîtîya Navçeya Sûra Diyarbekirê Yusuf Durmaz “Silh fermana Xwedê ye.”

Mela Mehmet Nûr Yalçin “Divê hemû kes bo sulhê seferber bin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû